Kurtejiyan û berhemên lêkolîner û helbestvan Avîndarê Xemgîn

Kurtejiyan û berhemên lêkolîner û helbestvan Avîndarê Xemgîn

Jul 19 2023

ARK NEWS... Duh roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023yan, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, lêkolîner û helbestvanê kurd Mehmûd Sebrî di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Helbestvan Mehmûd Sebrî bi Avîndarê Xemgîn naskirî ye, sala 1937an de li gundewarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Sala 1966an de derbasî zanîngeha Şamê bû û beşê yasa û mafperwerî xwend sala 1970 derçû.
Bi dehan berhemên wî hene ta dawiya jiyana xwe dinivîsand. Berhemên , lêkolîner û helbestvanê kurd Mehmûd Sebrî ev in

- Nigarên kul û derdên jiyanê(helbest)1996

- Nerînek di terazû ya ristên Kurdîde(vekolîn) 1997.

- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem) 2000.

- Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.

- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî(beşê duyem) 2003

- Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006

- Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007

- Nasnameya Kurdî li sûrya(vekolîn) 2011

- Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn) 2013

- Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest) 2017

142