ENKSê dê salvegera koçbarkirina Mela Mustefa Barzanî vejîne

ENKSê dê salvegera koçbarkirina Mela Mustefa Barzanî vejîne

Feb 27 2021

ARK NEWS... Bi boneya 42emîn salvegera koçbarkirina bavê rohî yê gelê kurd Mela Mustefa Barzanî, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, vexwendinek belav kir.

Roja Dûşemî rêkefta 1ê Adarê 42 sal li ser koçbarkirina bavê rûhî yê gelê kurd nemir Mela Mustefa Barzanî derbas dibin, bi vê boneyê ENKSê vexwendinek belav kir ku dê 42emîn salvegera koçbarkirina Mela Mustefa Barzanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê demjimêr 3ê piştî Nîvro vejîne.

253