Li Efrînê çekdaran 3 welatiyên din revandin

Li Efrînê çekdaran 3 welatiyên din revandin

Nov 22 2021

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên girûpên çekdar dermafê welatiyên Kurd e berdewam in , herî dawî çekdaran 3 kesên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 21ê Mijdarê welatiyê Kurd yê binavê Muhemed Sîdo Necar ji navçeya Cindirêsê ve revand û berev cihekî nediyar ve birin ,ku ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistinê diyar kir jî ku roja 19ê mehê çekdarên lîwa Elweqas , ji gundê Hîkçe yê bi ser navçeya Cindirêsê ve 2 welatiyên kurd yên bi nave Şêrhad Ze`îm Hiso yê temen 30 salî , û Ferehdîn Ibrahîm yê temen 42 salî revandin û ta roja îro çarenivîsa wan ne diyar e, û li himber serbestberdana wan çekdaran daxwaza fidyê kirne.

Rêxistina navhatî sebar kir û got ku li gundê Kefir Nebo yê bi ser navçeya Şêrawe ve giropa Feyleq Elşam nêzî 400 darên Zeytûnan yê malbata Zelûha birîne .

229