Serok Barzanî nameyeke sersaxiyê ji malbata hunermend Seîd Gabarî re şand

Serok Barzanî nameyeke sersaxiyê ji malbata hunermend Seîd Gabarî re şand

May 04 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd nameyek sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar Seîd Gabarî re şand.
Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar hunermend Seîd Gabarî

Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşgêr û navdarê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me.

Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resena Kurdî û doza rewaya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezine. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
04.05.2020

539