Himêdî Elhadî: PKK û rêjîm ji yek dibistanê ne
Apr 02 2019
ARK NEWS .. Serokê hoza Şemer ya Erebî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê got, ku her yek ji PKKê û rêjîma Esed ji yek dibistanê ne.
Himêdî Elhadî serokê hoza Şemer di hevdîtinekê de li gel malpera Monîtor ya Emrîkî got Partiya Yekîtiya Dîmoqratîk PYDê û çekdarên bi ser ve yên YPGê nikarin tiştekê bê PKKê bikin û da zanîn ku her yek ji rêjîm û PKKê ji yek dibistanê ne û nikarin mêjiyên xwe biguherin.
Elhadî derbarê gera wî ya vê dawiyê bo Bexdad , Şam û navenda Himêmîmê got ew yek ji bo bidawîhatina şer û gihiştin bo mêza danûstandinan bû , û ew amade ye silavê bidest li serokê rêjîmê Beşar Esed bike .
604