Efrîn navnîşana tevlîheviyê ye: 40 hezar dolar li ser gundekî hatine sepandin

Efrîn navnîşana tevlîheviyê ye: 40 hezar dolar li ser gundekî hatine sepandin

Jul 17 2023

ARK NEWS... Li bajarê Efrînê û gundewarê wê, di van çend rojan de çendîn binpêkirin û tawan hatine rûdan û tomarkirin, weke kuştin, girtin, sepandina bacan û standina biryarên nijadperestî di dermafê kurdan de.

Li gorî jêderên xwecihî dane zanîn ku li Li navenda bajarê Cindirêsê polîsên leşkerî du ciwanên ji gundê Kefirsefrê, Hisên Reşîd Hemze 39 salî û Murad Hisên Mihemed 26 salî bi tometa leşkeriya neçar di serdema PYDê de girtin, piştî ku malbata Murad pereyên sepandî dan, polîsan ew serbest berda, li navçeya Raco jî welatiyê bitemen Ridwan Elî Hecî bi heman tometê tevî ku nexweş e ji aliyê polîsên sivîl ve hat girtin, ew jî piştî rojekê hat berdan.

Ji bilî girtin û revandina kurdan, sepandina bacan berdewam dike li gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta, çekdarê bi navê Ebû Hesen Eleşarnê ku di nava Elemşat de ye, 40 hezar dolarên Emerîkî li ser 72 welatiyên kurd li gund sepandine, ew jî bi tometa çinîn û firotina berhemên simaqê bê ku wî agahdar bikin, û para wî peyda bikin, weke size û karvedanekê, 40 hezar dolarên li gorî rêjeya berheman li ser cotkaran sepandine,

Ji bilî van her du mjaran, derbarê tawana Ofê Şêx Ehmed jina ku hatiye kuştin, rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku çarenivîsa hevjînê Ofê, Henîf Henan Xelîl, û birayê wê Mesûd Şêx Ehmed ne diyar e, ku her du bi tometa encamdana kuştina Ofê hatine girtin, û tawanbarê rasteqîne, ku erebekî Xûtayê ye, hatiye berdan.

Rêxistinê tekez kir hevjînê Ofê di zîndanên polîsan de rastî lêdan û eşkenceya tund hatiye, da ku dan, bi tawaneke ku encam nedaye bide.

Her di berdewamiya nearmî û belavbûna diyadeyên çekdarî de,îro fermandarê Elmeşat Emar Mihemed Elumer hat kuştin.

106