Turkiya dest bi avakirina 2 xalên çavdêriyê li Idlibê dike

Turkiya dest bi avakirina 2 xalên çavdêriyê li Idlibê dike

Aug 20 2019

ARL NEWS .. Artêşa Turkiyê dest bi amadekariyên avakirina xalên çavdêriyê yên nû li gundewarê Idilbê dike .

Jêderek leşkerî eşkere kir, ku niha artêşa Turkiyê amadekariyên avakirina du xalên çavdêriyê yên nû li bajarê Xan Şêxûn li başûrê gundewarê Idilbê dike .

Her li gorî heman jêdera leşkerî daye xuyakirin, ku tê pêşbînîkirin ku yek ji wan xalan li devera Dehra Elnimir were avakirin û ya din jî li nêzîkî gundê Tibîş li derdora bajarê Xan Şêxûn be .

Heman jêderê serbar kir û got, ku avakirina Tirkiyê ji herdu xalên xwe yên çavdêriyê di nava xaka Sûriyê de hevdemî pêşveçûnên rêjîma Esed û Rûsiyê li bajarê Idilbê û kontirolkirina wê ji hejmarek bajar û bajarok li gundewarê Idilbê tê .

848