Nêçîrvan Barzanî - Jiyan û Xebat
ARK NEWS .. Kandîdê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlementerên Kurdistanê bû Serokê Herêma Kurdistanê
Di civînê de deng li ser kandîdên serokatiyê hat dayîn û kandîdê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi 68 dengan bû Serokê Herêma Kurdistanê.
Di civîna parlementoyê de 81 parlementer amade bûn, firaksyona YNKê jî beşdar nebibû.
Nêçîrvan Barzanî - Jiyan - Xebat
- 21ê Îlona 1966 an ji dayîk bûye
- Kurê mezin ê Idrîs Barzanî ye
- Sala 1975 an ligel malbata xwe koçberî Îranê bûye
- 1989 an bûye endamê Polîtburoya PDKê
- Bi awayekî ektîv beşdarî raperîna 1991ê bûye
- Sala 1996 an bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê
- Sala 1999 an bûye serokwezîrê Kabîneya Çarem a Herêma Kurdistanê
- 2006 an de bû serokwezîrê Kabîneya Pêncem a Herêma Kurdistanê Kabîneya Yekgirtî
- Sala 2012 an wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin
- Sala 2014 an bû serokwezîrê Kabîneya Heştem a Herêma Kurdistanê
- Di 13emîn Kongireya PDKê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin
- Kanûna 2018ê bo postê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat berbijêrkirin.
28ê Gulana 2019 an de wek serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Ş. E
507
