Efrîn... Cotkarekî kurd rastî lêdana hovane hat

Efrîn... Cotkarekî kurd rastî lêdana hovane hat

Apr 24 2022

ARK NEWS... Di berdewamiya binpêkirin û tawanên komên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ku bi pilan têne encamdan, welatiyekî kurd rastî lêdan û eşkenceya tund hat.

Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine ku welatiyê bi navê Xelîl Reşîd ku temên wî 45 sal in, bi tundî rastî lêdan û eşkenceyê ji aliyê çekdarên Feyleq Elşam ve hat.

Jêderê anî ziman ku tawan li gundê Şêx Mihemed ku yek ji gundê Meydana, ew jî 7 perç ne û ser bi navçeya Raco ve ye rû daye, bê sûc û guneh çotkarê kurd hate lêdan û eşkencedan.

Derbarê sedeman, jêderê tekez kir, ji ber ku, şivanê ku ji Idilbê bi navê Ebû Xelîl pezê xwe li nav zeviyên cotkarê kurd çêrandin, û çotkarê kurd red kir ku şivanên ereb li nav zeviyê wî yê mêwên tirî de biçêrînin, girjî û nakokî derket, piştre wî şivan, xwe bi çekdarên li wê derê bihêz kir ku bi navê grûpa Ebû Esed ser bi Feyleq Elşam ve ye ku hijmar wan 3 bûn, bi tundî lêdan û eşkence dan.

Jêderê bal kişand ser wê yekê jî ku bi mebest şivanên ereb yên ku li herêmê hatine bicîkirin, bi serbestî pezê xwe li nav zeviyên kurdan diçêrînin, bê ku hisabê ji kesekî re bikin, berûvajî jî çekdar ji wan re piştevan û piştgir in.

Ji bilî vê tawanê rojane bipêkirin ji her curekê di dermafê kurdên li ser axa xwe man de têne encamdan, êdî şer û pevçûn, desteserkirin, lêdan, revandin, binçavkirin û kiryarên nemirovî weke zincîrên rojane li herêmê têne tomarkirin.

Ş.E

506