Rojnameyeke cîhanî : Egera operasyoneke leşkerî nêzîk bûye
ARK NEWS .. Liv û tevgera leşkerî û amedekariyên şer Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê li dar e, û egera rûdana şer û operasyoneke leşkerî li gor rojnameya ENDEPENDENT nêzîk bûye.
Piştî ku artêşa Turkiyê amedekariyên leşkerî li ser herêmên hevsînor bi Sûriyê kirin, êdî egera rûdana şer ku tê pêşbînîkirin herî zehmet be, zêde dibe, bi taybet danûstandinên dawiyê navbera şandeyê Emerîkî Cêmis Cêfrî, û berpirsên Turkiyê derbarê navçeya ewleh li Rojavayê Kurdistnê bi ser neketin, lewma rojnameya navbûrî li ser zarê çavdêrên siyasî dibîne ku operasyona leşkerî nêzîk bûye .
Sedemên neserkeftina danûstandinên navbera Turkiyê û Emerîka de, li ser çawaniya birêvebirina herêma ewleh û çavdêriya wê, herwiha ser kûrahiya wê li hev nekirin . Yek ji sedeman jî ew e ku Turkiyê nazwaze di herêma ewleh de QSDê hebe, û çavdêriya wê herêmê ji aliyê girûpên çekdar yên ser bi Turkiyê were birêvebirin.
Li hember de çavdêrên Turkiyê dibêjin ku operasyona leşkerî ji bo rêgirîkirin ji berferhbûna hejmûna Kurdî re ye, û metirsiya curek ji cûdabûna Kurdan li cem Turkiyê heye, bi taybet di dema şerê Sûriyê û ketina rêxistina DAIŞê li Sûriyê.
Rojnameya ENDEPENDNET li ser zarê jêderên xwe gotiye ku, tevî neserkeftina gera dawiyê û negihiştina tu rêkeftinekê, lê aliyên Kurdî ji ne berdana Emerîka ji piştevaniya Kurdan dil rihat in, ew yek nîşana bihêzbûna hevpeymaniya navbera Kurd û Emerîka de dide, û gotegotên ku Emerîka dê piştevaniya Kurdan berde ne rast in .
Ş.E
632
