Efrîn .. Çekdar amêrên avê, elektirîkê, û peywendiyan didizin

Efrîn .. Çekdar amêrên avê, elektirîkê, û peywendiyan didizin

Jul 08 2019

ARK NEWS .. Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê girûpên çekdar bi alîkariya hin aliyan, alav û amêrên avê û elektirîkê û hêlên peywendiyan, weke dînemo û kebil yên çotkarên Kurd, û dezgehên hikûmî dizîn û ji xwe re firotin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe ku roja Yekşemê 7/72019 hatiye belavkirin, û kopiyek gihiştiye dezgeha ARKê tê de hatiye ku :

Di 4ê Tîrmehê hin welatiyên nenas bi alîkariya girûpên çekdar yên li ser rêbendên derdora navçeya Şera, alav û amêrên avê û dînemoyên bîrên çotkarên Kurd dizîn. Du ji gundê Gobeleka ji bîrên Ebdul Menan Elî û Ebdul Semed, herwiha ji bîrê Ferîd Menan Cilosî jî ji Xirabê Şera û ji Yûsif Ibrahîm ji bîrê nîzîkî mezara Qere Curnê dizîn .

Heman jêderê eşkere kir : Nirxê her dînemo ji 1800- 2500 dolarên Emerîkî ye, ji bilî pereyên sepandî yên ku ji Encûmenê re pêşkêş kiribûn ku 10000 L.S bûn. Heman xwediyên dînemoyan 5000000 l.S weku bac dabûn çekdarên Hinêş Ebû Bîlal û Ebû Xazî .

Ya balkêş we e ku ew alav û amêrên hatine dizîn giran in, û 3 demijmêr pêwîst e da ku werin vekirn û rakirin. Herwiha beriya demekê xalên roniyê wek çira û gilopên kolanên gundên Xirabê Şera û Sînka hatin dizîn, piştî bicîhiştina Turkiyê ji hin xalên xwe li gundê Elkê, girûpên çekdar kel û pelên şêniyên gund û hêlên elektirîkê dizîn .

Li gundê Barava jî çekdarê di Sultan Murd yê bi navê Eraba Idrîs Ebû Xazî di 5/7 hêl û kebilên peywendiyên binzevî yên herdu gundên Çema û Barava li ser dirêjahiya 2 kîlo mitran û kûrahiya 70 sentî mitrî vekirin û dizîn, ku nirxê wan kebilan bi buhayê 10 milyonên Sûrî ne, serbarî ku heman çekdarî nedihişt xelkê resen vegerin ser mal û malkên xwe û her yek vedigerî rastî eşkenceyê dihat .

Li gor çavdêran ku ji despêka kontirolkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji herêmê re, bi buhayê milyon dolaran kebil û hêl û alav û amêrên avê û elektirîkê dizîne, piraniya wan ji dezgehên hikûmî ne .

Ş.E

685