Welatiyekî vegeriyayî Efrînê: Axa mirov namûs e û eger mirinek hebe bila li vir be
Cemîl Mistê Genco yek ji wan welatiyan e ku di vê dema dawiyê de vegeriyaye Efrînê, ji gundê Hisê yê bi ser navçeya Mabeta ve, banga vegerê li her kesekî kir.
Welatiyê navbûrî di perçevîdiyoyekê bo ARKê şandiye, tê de got ku niha nav mal û mulkên xwe de ye, û xaka mirov namûs e, lewma eger mirinek hebe bila li ser axa welêt be.
Ji aliyê xwe ve, çalakvanekî kurd da zanîn ku Li herêma Efrînê malbatên kurd vedigerin ser zêdên xwe ku ev yek, hevdemê binpêkirin û kiryarên nemirovî di dermafê kurdan de têne encamdan, dîsa jî pêla vegerê berdewam dike, û bi şêweyekî berçav li navenda bajêr, navçe û gundê bi ser ve veger heye.
Lê malbatên vegeriyane li hin gundan nikarin bi hêsanî mal û mulkên xwe vegeriînin, ji ber ku komên çekdaran û erebên deribier destê xwe danîne ser, û redkirina radestkirina malan ji aliyê komên çekdar û erebên derbider bûye pirgirêke mezin.
245
