Parêzerê erkdarkirî bi şopandina doza komkujiya Newroza Cindirêsê hewla paşguhxistina dozê dide
ARK NEWS... Piştî sê mehan ji encamdana komkujiya Cindirêsê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ku bi destê çekdarên Ceyş Elşerqiyê hatiye encamdan, tê de 4 ji malbata Pêşmerg hatin şehîdkirin, yekem rûniştina dadgehê li bajarokê Elrayî li gundewarê Helebê ku ew jî di bin destê oposizyona Sûriyê de ye, li dar ket.
Di rûniştina yekê de malbatên şehîdên Newroza Cindirêsê amade bûn, lê parêzerê ku bi şopandina dozê hatiye erkdarkirin, ji rêya pirsên asayî derket, li şûna pirsên girêdayî tawanê û hûrguliyên wê bike, pirsên dûr ji rewşt û mirovatiyê arastey yek ji hevjîna şehîdên kir ew yek bo sedema hersbûn û bêzarbûna malbatên şehîdan.
Ji aliyê xwe ve serokê dozgeriyê, kiryarên wî parêzerî red kirin, û jê xwest ku bi rêkaran pabend be, û dozê paşguh nexe, ji ber wan kiryran rûniştina dadgehkirina tawanbaran bo demeke ne diyar hat paşxistin, lê malbat tekez dike ku ji mafê xwe nayên xwar û ew ê li ser doza şehêdîn xwe berdem bin.
Li bajarê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê çekdarên Ceyş Elşerqiye, ji ber vêxistina agirê Newroza îsal, gule li hejmarek welatiyên kurd yên ji malbata bi paşnavê Pêşmerg barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn, ji berê wê yekê şêniyên kurd xwepêşandanên mezin li dar xistin û tê de banga derxistina çekdaran û radestkirina Efrînê bo kurdên wê kir.
222