Yekîtî ya Demoqrat a Kurdistanê bo PDK-Sê: Di wê baweriyê de ne ku biryarên kongira we dê di xizmeta doza kurdî de werin terxankirin
ARK NEWS… Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdistanê, pîrozbahiyek bi helkefta bidawîhatina karên kongira 12an ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya belav kir.
Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdistanê di pîrozbahiya xwe de got: Lidarxistina kongira we di vê qonaxa hestiyar de, we li pêş gelek ezmûn û berpirsiyaretiyan datîne.
Partiya navbûrî da zanîn: Em di wê baweriyê de ne ku biryarên kongira Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya dê di xizmeta doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê werin terxankirin, dê bêtir rola ENKSê jî ektîv bike.
Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, kongira xwe ya 12an ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, her du rojên 10-11ê Hizêrana 2023yan bi rê ve çûbû, bi dawî anî, û Mihemed Ismaîl weke serkretêr hilbijart.
280
