3 malbatên kurd ji Helebê vegeriyan zêdên xwe li Efrînê
May 14 2023
ARK NEWS... Tevî astengî û rêgiriya PYDê û binpêkirinên komên çekdar, dîsa jî pêla vegerê ber bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve berdewam e.
Jêderên xwecihî ji ARKê re îro 13ê Gulana 2023yan dane zanîn ku 3 malbatên kurd ji Helebê vegeriyan zêdên xwe.
Jêderê ameje kir ku du malbat ji gundê Eyn Hecerê ne û yek ji Qurigulê ye.
Siyasetmedar û çavdêr pêla vegerê bi, gaveke pîroz bi nav dikin, lê li hember de tekez dikin ku divê tevger, dezgeh, komele, kesayetiyên dewlemend û revenda kurdî xwedî ll van malbatan derkevin da ku bibe sedemeke hander ji vegera hemû koçberkirî, derbider û penaberan re.
168
