Agahdariyek derbarê hilgirên kartên niştecîbûnê yên biyanî

Agahdariyek derbarê hilgirên kartên niştecîbûnê yên biyanî

May 13 2023

ARK NEWS... Rêveberiya Dergehê Pêşxabûrê derbarê vegera hilgirên kartên neçtecîbûnên yên biyanî ku bi îqame tê naskirin ku bi serdan çûne Rojavayê Kurdistanê, agahdariyek da.

Di agahdariyê de hatiye ku hilgirên kartên neçtecîbûnên yên biyanî, dikarin ta dema destnîşankirî ji derbaskirina bêhnvedan û serdana xwe bimînin, û biryara girtina yekcarî ya Dergehê Pêşxabûrê li ser wan nayê bicîkirin.

Aghadariyê tekez kiriye ku kesên li Rojavayê Kurdistanê bi serdan çûne û hilgirên kartên neçtecîbûnên yên biyanî ne bi biryara girtinê ne pabend in, ta dema wan bi dawî hat dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Di 11ê meha Gulana 2023yan de, rêveberiya PYDê rê neda serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di rêya dergehê Sêmalka re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ku ew serkirde vexwendî beşdarbûna merasîmên vekirina Mûzexaneya Barzanî bûn, ew yek bû sedema girtina dergehê Pêşxabûn yê hevsînor bi Rojavayê Kurdistanê re.

174