Mesrûr Barzanî: Me li ser çareserkirina tevahiya kêşeyan bi rêya diyalogê li hev kir
May 09 2023
ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî kir.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got: Di rewşeke erênî de me giftûgo derbarê kêşeyên darayî û îdarî yên berdem hikûmeta herêma Kurdistanê kir û her du alî hemfikir bûn li ser çareserkirina tevahiya kêşeyan bi rêya diyalogê û hevkariya navbera tevahiya tîmên wezarî.
Da zanîn jî: Herwiha me tekez li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî, bo parastina berejwendiyên nîştimanî û mafên destûrî yên welatiyên Kurdistanê kir.
205
