Zarokekî din bo qurbaniya leşkeriya neçar ya QSDê

Zarokekî din bo qurbaniya leşkeriya neçar ya QSDê

Apr 25 2023

ARK NEWS... Li bajarê Munbicê yê gundewarê Helebê ku di bin destê hêzên Sûriya Demoqratîk de ye, QSDê zarokek revand.

Mihemed Nûr Ibrahîm zarokê 13 salî ji duh ve 24ê meha Nîsana 2023yan ve bo leşkeriya neçar hatiye revandin.

Li gorî agahiyan zarok ji Munbicê hatiye revandin temenê wî 13 sal in. Tevî hewlên malbatê bo zanîna çarenivîsa wî lê bê sûd in.

Ji dema ku PYD destheladarî ji rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê wergirtiye her dem zarokên kurd direvîne, ta niha bi dehê hezaran bo rizgarkirina bajarên erebî kirine qurbanî.

126