Di 48 demjimêran de Turkiyê bêhtir ji 300 penaberên Sûrî dersînor kirin
Feb 19 2024
Turkiyê di 48 demjimêrên bûrî de, bêhtir ji 300 penaberên Sûrî dersînorî bakurê Sûriyê kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Turkiyê zêdetir ji 300 penaberên Sûrî di dergehê Bab El-Hewa yê li parêzgeha Idlibê û dergehê Bab El-Selamê yê li Izazê re dersînor kirin.
Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê bi behaneya ku kesên hatine girtin, belgeyên wan yên Parastina Demkî (Kîmlik) tune ne.
Ji sala bûrî ve û Turkiyê her sere çend rojan hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne Sûriyê.
181
