
Li Til Temrê di encama teqînê de 3 zarok şehîd in 2 jî birîndar in
Apr 25 2023
ARK NEWS... Toreke mafê mirovan di nûçeyekê de şehîdbûna 3 zarokan û birîndarbûna 2yê din li Til Temrê yê gundewarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Tora Rawengeha Sûriyê bo Mafê Mirovan da zanîn ku duh 24ê Nîsana 2023yan di encama teqîna mayînekê ji paşmayên şer li gundekî Til Temrê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Tekez kir ku bûyer li gundê Eyn Elebid rû daye, ji bilî wan qurbaniyan 2 zarokên din birîndar in.
Tora Rawengeha Sûriyê bo Mafê Mirovan anî ziman ku dengûbasên behsa armanckirina zarokan dikin ne rast in, zarok bi teqîna mayînekê şehîd bûne, ta niha aliyê ew mayîn çandiye ne diyar e.
Ş.E
134