Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: 153189 malbat ta niha li Efrînê sûdmend in
Apr 23 2023
ARK NEWS... Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dawîn amarên pêşkêşkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ta 18 Nîsana 2023yan belav kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hejmara malbatên ku sûd dîtine ta 10ê meha Nîsana 2023yan belav kir.
Li gorî wê amarê 153189 malbat li Efrînê û navçeyên bi ser ve sûdmend in.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duh jî bi alîkariya rêxistina Elmanî THW alîkariyên mirovî li ser ziyandîtiyên erdhejê li taxa Selahedîn li Cindirêsê belav kirin
220
