Ziman 6 .. Cêwîdengî ( Allophone ) di Kurdî de

Ziman 6 .. Cêwîdengî ( Allophone ) di Kurdî de

Jun 20 2019

Cêwîdengî ( Allophone ) di Kurdî de

Cêwîdengî diyardeyeke zimanî di gelek zimanan de heye, her wiha di zimanê kurdî de jî heye. Tîpên cêwîdeng du dengan der dixe yek hişk e û yek jî nerm e. Di kurdî de tîpên resen ku du dengan didin carna fonîm in û carna jî ne fonîm in ev in :

/p, t, r , l, k, ç / , lê hin deng ne resen ji erebî ketine kurdî , ew jî ev in : غ /x , ص/s , ط/ t , ع / e / u , ح / h, ظ / ذ /ض /z

Pir mînakên cêwîdengên fonîm di kurdî de tune ne yên wateya bêjeyan digewrin ji bilî çend peyvan yên li gor cihê wan di hevokê de (context) xuya dike çi devkî çi nivîskî. Peyvên cêwîdeng ne pirsgirêkek mezin e di kurdî de ji ber ku di axiftinê de diyar dike mebesta mirov kîjan wateya ye.

Lewra, dubarkirina tîpan di peyvên cêwîdeng yên hişk û stûr şaş e ji ber ku zimanê kurdî dubarkirina tîpan napejrîne ne dengdêr û ne jî dengdar, her wisa Mîrê zimanê kurdî Celadet Bedirxan gava alfabeya latînî daniye ew rengdeng bi yek tîp nîşan kiriye her çend Osman Sebrî li dij wî rawestiye û tîpên cêwîdeng û hin tîpên ji erebî bi du niçikan diyar kiriye wek Samî Tan jî çêrê kiriye, lê belê pêşniyara Osman Sebrî bi ser neket ji ber ku di baweriya min de pêşketina zimanekî ne bi pirbûna hejmara tîpan e ; heke em li zimanê inglîzî binêrin tenê bîst û şeş tîp in her çiqas dengine din hene çi dengdar û çi jî dengdêr, lê bi alikariya heman tîpên bingehîn (26), ne tenê pevdeng ( diphthong / triphthong) her wisa jî dengên têvel û hemû peyv jê saz bûne, vêca ew ne pirsgirêk e li ba inglîz her çend gelek peyvên hevreng û hevdeng û bilêvkirina her peyvekê ne wek ya din e û pir tîp tê nivîsandin û nayê xwendin û bilêvkirin !!

Wekî din zimanê erebî jî ji bîst û heşt tîpan pêk tê û bi alikariya teşkîlê ( fetha / jor, kesra/ jêr û zhemmê/ bor)
,yên bi xwe dengdêrên kin in, hemû zimanê erebî hatiye avakirin û ew ne pirsgirêk e li ba ereban.

Ji lewra jî peyvên cêwîdeng divê ne pirsgirêk be ji ber sedemên navborî û ji ber ku ew ji mêj ve çareser bûye ji layê Celadet Bedirxan û gelek zimanzanên din yên li ser rêç û şopa wî dimeşiyan û heya niha zimanê rojnamegerî û ragihandinê jî wiha dinivîsin.

Mînakên Tîpên Cêwîdeng yên Fonîm :

A - ker ( nerm) / ker ( hişk)
1- Kera mala me filitî. (dewar/ sawal)
2- Ehmed mirovekî ker e. Ez çiqas bang dikim nabihîse ( guh giran )
3- Ehmed mirovekî ker e. Ew bi tiştekî nizane ( dewar)
4- Kero bû mêvanê hero. ( G.P) = ( guhgiran/ nabihîze )
5- Du ker me hene. Em pê bara radikin ( sewal)
6- Du ker di malbeta me de hene. ( guhgiran/ nabihîze)

B- par ( nerm) / par (hişk)
1-Xwedê kêf û xweşî bi para we ke. ( beş / xiste)
2- Sala par ez çûm gund. ( berê)

C- ka ( nerm)/ ka (hişk)
1- Ka pênûs bi min de? ( kanî)
2- Ka xwarina dewêr e. ( qal û qirş; paşmayên za û tene)
3- Çû ka ma za

Ç- pir ( nerm) / pir (hişk)
1- Ez pir ji te hez dikim. ( gelek/ zor)
2- Pira Heşarkê li devera Reco ye. ( pird/ kopirî)

D- kar (nerm) / kar ( hişk)
1- Karê te pîroz e .( xebat)
2- Bizna me du kar anîn. ( biçûkê bizinan)

E- Ta ( nerm)/ ta (hişk)
1- Ta hatiye min . ( nexweşiya sermê yan germê )
2- Ji Efrînê ta Helebê. ( heta)
3- Tayê mirinê hatiyê. ( ber candanê de ye)
4- Çûkê di bin tayê nokê de hêlîn çêkiriye.

Ê- bir ( nerm) / bir ( hişk)
1- Wan dar birîn. ( qut kirin û perç kirin)
2- Destên wî birîn bû. ( kul bû )
1- Ciwan porê xwe birî. (qut kir)
2- Ciwan sêvek birî. ( dest avetê û şepil kir)

F- kirî ( nerm) / kirî ( hişk)
1- Te Ciwan kirî padîşah li serê me. ( ji kirin)
2- Te ji Saman re diyarî kirî ? ( kirîn)

G- kur ( nerm) / kur ( hişk)
1- Kurê min mamoste ye. ( lawê min )
2- Ez riyê xwe kur dikim. ( dibirim)
3- Kurê me bi şevê reviyê. (sîpe / lawê bêhiş).
4-Kurê me bi şevê filitiyê.( sîpe/ biçûkê kerê).

H- dirî (nerm)
1- Erdê wî tijî dirî ye. ( histirî)
2- Kurtik lê dirî. ( perçe bû/qetî )

I- çêr (nerm ) / çêr ( hişk)
1- Çêrê xwe çêrê kûçikan e. ( zehr/rûyê xwe )
2- Gi/ Ger çêrê kûçikan kirin, çov amede bike. =
Gi çêrê kûçika kirin ço hazir bike.( ji çêrkirin; qal û behs)
3- Pez çû çêrê. ( ji çêrandin; mêrg û giha)
4- Îsal çêr tune ye. ( buhar hişk e )

Î - çêl ( nerm) / çêl ( hişk)
1- Ew çêl salî ye .( çel/ çil = 40 )
2- Wan çêl bir. ( mange/ çêlek )
3- Çêl çêl me hene. ( 40 mange /çêlek)
4- Çêl çûk ji hêlîna xwe derket. ( çêlik/ biçûkê çûkan)

J- kûr ( nerm) / hişk
1- Ew kûr e . ( Ew nabîne)
2- Ew bîra pir kûr e . ( bê binî)

K- kêl ( nerm) _ kêl ( hişk)
1- Li ser kêla gora min bi kurdî binivîsin. ( kevir)
2- Tu serî kêl di bin kuman de tune ne . G. P ( keçel )

L- Çê
1- Azad mirovekî çê ye. ( rind û baş)
2- Azad çûye çê. ( çiya tewanga ça)



Bavê Saman
Efrîn di 1/ 12/2018

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1193