Bêdirson: Tiştekî nû di doseya Sûrî de nîne

Bêdirson: Tiştekî nû di doseya Sûrî de nîne

Dec 11 2023

Şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê eşkere kir ku di dema niha de tu bîrokeyên cidî derbarê doseya Sûrî de nîne.

Di çarçoveya karê xula 21mîn ji Korbenda Dewhayê û bi amadebûna Serokên welatan û Rêxistinên Herêmî û Navdewletî Gêr Bêdirson Şandeyî Navdewletî yê taybet bo Sûriyê ragihand ku zehmet e kar li ser erdê li Sûriyê were kirin, û eger aramî nehate gerentîkirin û dest bi kar nehate kirin li gorî pêşinyara pêngav li himber pêngavê di wê dem de Sûriyê wê rastî kareseteke mezin were .

Bêdirson serbar kir û got niha kêmbûneke mezin di alîkariyên mirovî de bo Sûriyê heye û dê bandora xwe ya nerînî li ser jiyana rojane ya welatiyan bike lewma pêwîst e tevaya alî li ser rewşa Sûriyê rawestin.

Herweha tekezî li ser pêwîstiya parastnê li ser piroseya siyasî li Sûriyê kir ji ber gelê Sûriyê dixwaze beşdariyê de tevaya doz û standina biryaran di piroseya siyasî de bikin.





96