RAK û ENKSê li ser çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê yekhelwêt in

RAK û ENKSê li ser çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê yekhelwêt in

Jul 01 2020

ARK NEWS... Şandeke serkirdayetya Rêxistina Asûriya Demokratî RAD serdana nivîsgeha Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir.

Şanda rêxistina RAD, ji Dawûd Dawûd berpirsiyarê rêxistinê, Gabiriyêl Mûşê, û Gebro Romanos endamên nivîsgeha Cîbicîkar pêk dihat, ji aliyê Mihemed Ismaîl, Fêsle Yûsif, N'met Dawûd, Silêman Oso, û Fesla Yûsif ve pîşwazî li wan hate kirin.

Di çarçoveya serdanê de, herdu aliyan peywendiyên, dualî navbera rêxistina Asûrî û ENKSê de gotûbêj kirin, û tekezî li ser berdewamiya peywendiyan û hevdîtin û danûstandinan hate kirin, ew jî bi mebesta kûrkirina baweriyê û karê hevbeş.

Herwiha herdu aliyan ronahî xistine ser dawîn pêşhateyên Sûriyê, û herdu alî yek helwêst bûn derbarê çareseriya kirîza Sûriyê, ku divê bi siyasî kirîza Sûriyê were çareserkirin. ENKS, berçavroniyek derbarê lihevtêgiştinê bi PYDê reda şanda mêvan.

199