PYDê bacan di Mizgeftan de disepîne
Jun 30 2024
Rêveberiya PYDê dest bi sîyaseteke nû ji bo komkirina pereyan ji welatiyên bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê kir ye, û mizgeft kirine cihên komkirina pereyan ji rêveberiya PYDê re, û ji her kesê ku çûye nimêjê, jê tê xwestin ku alîkariyan bike.
Jêderekî taybet ji bajarê Qamişlo, ji ARK News re got ku rêveberiya PYDê berî du hefteyan sindoqên alîkariyên taybet li mizgeftên bajêr belav kirin, û îmam destnîşan kirin ku ji kesên tên nimêja mizgeftê daxwaz pereyan bikin.
Ji dema ku PYDê di sala 2011an de rêveberiya herêman ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, bacan ferz dike.
177
