Zarokekî 13 salî bi girtina eliktirîkê jiyana xwe ji dest da

Zarokekî 13 salî bi girtina eliktirîkê jiyana xwe ji dest da

Jan 20 2020

ARK NEWS .. Li navçeya Çil Axa ya Rojavayê Kurdistanê di encama girtina eliktirîkê de zarokekî kurd jiyana xwe ji dest da.

Jêdereke taybet ji gundê Kevrê Dena ji ARKê re da zanîn, ku zarokê Kurd Ehmed Nûrî Sebrî yê 13 salî dema ku li gel hevalekî xwe li nêzîkî mala xwe ya li bajrokê Çil Axa dilîstin destê xwe daye stûneke eliktirîkê û ew stûn şort tê de hebû di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman jêderê şîna Ehmed li zêdê wî gundê Kevrê Dena her weha li kampa Dare Şikran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê jî ji aliyê malbata wî ve tê kirin.

405