Li Şehbayê derbiderkî Efrînê di encama teqîna mayînekê de şehîd bû
Oct 14 2020
ARK NEWS... Li herêmên derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê mayînek teqiya û di encamê de welatiyekî kurd şehîd bû.
Welatiyê bi navê Şêxmûs Bekir di encama teqîna mayînekê li gundê Meyasê yê nêzîkê gundê ziyaretê li navçeya Şîrawa şehîd bû.
Welatiyê navbûrî şivantiya pezê xwe dikir, û bixwe jî nexweş bû û xwedan pêdiviyên taybet bû.
Ciwanê kurd ji şêniyên gundê Gewenda yê navçeya Raco ye, û ji ber şerê Efrînê derbiderî Şehbayê bûye.
Ş.E
736
