Serok Barzanî: Hêvî dikim ev cejn aramî, aştî, xêr û bereketê bo hemû mirovayetiyê pêk bîne

Serok Barzanî: Hêvî dikim ev cejn aramî, aştî, xêr û bereketê bo hemû mirovayetiyê pêk bîne

Apr 21 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz peyamek belav kir tê de hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê xwest ku cejn aramî, aştî, xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.
Naveroka nameyê weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejin aramî û aştî û xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêkbîne.

Mesûd Barzanî

29ê Remezana 1444 ê Koçî
20ê Nîsana 2023ê Zayînî

182