
Serok Barzanî bo kurdên Êzîdî: Hêvîdar im cejnên xwe di xweşiyê de pîroz bikin
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna serê sala ola Êzdî ya (Çarşema Sor) peyamek belav kir, tê de got: Hêvîdar im hemû helkeft, cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin. Naveroka peyamê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzdî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzdî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdar im hemû helkeft û cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederiyê dîtibûn.
Bimînin li xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
18ê Nîsana 2023
203