Hejmarek ji partiyên Kurdistanî êrîşa PKKê şermezar kir

Hejmarek ji partiyên Kurdistanî êrîşa PKKê şermezar kir

Nov 07 2020

ARK NEWS... Hejmarek ji partiyên Kurdistanî, daxuyaniyek li ser êrîşa PKKê belav kir, tê de got ku PKKê bi vî rengî nimûneya xwe ya li Bakurê Kurdistanê, li herêma Kurdistanê dûbare dike. Naveroka daxuyaniyê ev e:

Parastina Destkeftîyên miletê kurd, erkê her welatparêzekî Kurdistanî ye.

Şerê li himber Destkeftîyên Herêma Kurdistanê, Şerê li himber Hikûmet û Desthilatîya herêma Kurdistanê herame. Guneh e. Malxirabî ye. Şerê li hember seranserê Kurdistanê ye..

Em destkeftîyên li herêma Kurdistanê nirxên netewî dizanin. Parastin û pêşvexistina destkeftîyên Kurdistanê û desthilatîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê her kurdekî, Kurdistanîyekî welatparêz e.

Eva demekî dirêje ku PKK li Herêma Azad li hember desthelatî û hikûmeta Kurdistanê di nav kar û livan de ye. PKK şerê xwe û tirka birîye wî herêmî. Eva jî bûye egerê valakirina gundan, koçkirina daniştvanên herêm. Ya giring bûye egerê damezirandina 40 qereqolên dewleta dagirker Tirkîyeyê. PKK bi vî rengî nimûneya xwe ya li Bakûrê Kurdistanê, li vir jî diqewimîne.

Êrîşa han PKK ê ya li kûrahîya Başûrê Kurdistanê ya dawîyê ku bû egerê şehadeta Pêşmergeyekî û 2 birînadan û herwiha teqandina borîya petrola Kurdistanê ku malê bi hezaran êtîmên ku hêj pirç bi serê wan ve nehatîye, baş dîyar dike ku armanc çîye.

Em dubare dibêjin, şerê li hember pêşmerge, destkeft û serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî malxirabîyê tu fayde nade tu alîyekî.

Em sersaxî li malbat û xizmên pêşmergeyê şehîd Hêriş Cewher Mihemed dikin û hevxemên wan in. Em hêviya şîfayê ji bo pêşmergeyên birîndar dixwazin. Em vî bûyerî û hemî bûyerên li himber Pêşmerge û desthilat û sewerîya Hikûmeta Kurdistanê rûreş dikin.

Em daxwaz dikin ku ev hemî kêşe, nexweşî û nakokî bi şêweyekî medenî û danûstandinê were çareserkirinê.

PAK, PSK, PDKS, HAK-PAR, Tevgera Çaksazî, PDK, PDK-Bakûr, ŞPKS
Danîmarka 06.11.2020

454