Encûmena Xwecihî ya Şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê civiya
ARK NEWS... Encûmena şehîd Nesredîn Birhik Çil Axa – Aliyan ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civînek li dar xist û tê de rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bandora erdhejê û rewşa ziyandîtiyên erdhejê li Efrîn û Cindêrsê û hewarçûna Dezgeha Xêrxwazî ya Bazanî ji ziyanpêghiştiyan re , û lidraxistina helkefên meha Adarê gotûbêj kirin .
Herweha encûmena şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê dê salvegera koçbarkirina bavê netewa kurd Mela Mustefa Barzanî vejîne û vexwendik di vê derbarê de belav kir û tê de ragihand ku wê roja Çarşemê demjimêr 11ê sibehê 44mîn salroja koçbarkirina bavê netewa kurd Mela Mustefa Barzanî li nivîsgeha encûmena xwechî li li Çil Axa vejîne.
397
