Nêçîrvan Barzanî: Mistefa Amêdî wekî têkoşerek hemû jiyana xwe pêşkêşî gel û welatê xwe kir

Nêçîrvan Barzanî: Mistefa Amêdî wekî têkoşerek hemû jiyana xwe pêşkêşî gel û welatê xwe kir

Apr 04 2023

ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê peyamek bo koçadawiya Pêşmerge û xebatkar Mustefa Amêdî belav kir. Naveroka peyamê ev e:

Bi dileke xemgîn me nûçeya koça dawî ya têkoşer, Pêşmerge û xebatkarê dêrîn yê Kurdistanê, xwedê jêrazî Mistefa Amêdî bihîst.

Bi germî behîdarî û sersaxiyê li malbat, kesûkar, heval û hevçeperên wî dikin, hevsoz û hexvemên wan in. Ji xweda yê mezin hêvîxwazîn ku canê wî bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bide.

Xwedê jêrazî Mistefa Amêdî, wekî têkoşerek hemû jiyana xwe pêşkêşî gel û welatê xwe kir û bi xebat û xizmeta xwe ya mezin ya ji bo Kurdistanê li serdema şoreşê û Pêşmergetiyê, cihekê hêja di nav gelê xwe da girtibû.

Bîrhatina wî dê hertim sax û zindî be û giyanê wî her şad be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.04.2023

172