Tawanên çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê

Tawanên çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê

Apr 06 2023

ARK NEWS... Di 5ê Nîsana 2013an de çekdarên PYDê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî kurd da ber guleyan û şehîd kir.

Elî Sîdo ciwanê kurd ji beriya 10 salan ve bûye aramnca çekên PYD û şehîd bûye.

Elî Sîdo endamê Encûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê ye, ji şêniyên gundê Çobana yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Di çarçoveya desthelatdariya PYDê ji Efrînê re, hejmarek komkujî û binpêkirin derheqê kurdan de encam dan, wek komkujiya malbata Şêx Hanan û Burcê û malbata Şêxo li Şiyê û şehîdkirina welatiyan di bin îşkenceyê de û êrîşkirina malan û sepandina bacan û astengkirina jiyana xelkê, ew jî bi mebesta xizmetkirina rêjîma Esed bû, ta niha di bajarê di bin destê wê de di binpêkirinên xwe berdewam in.

217