Efrîn .. Hilmeta parastina nexweşiya pûçbûna zarokan hatiye ragihandin
Nov 30 2018
ARK NEWS .. Piştî ku hilmeta derzîlêdan û dermanpêdana nexweşîya sorkê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di 19/11/2018 bi dawî hat hilmeteke din li Efrînê hate ragihandin .
Hilmeta parestina nexweşiya pûçbûna zarokan di 1/12/2018 dê dest pê bike û 6/12/2018 dê bi dawî were .
Li gor jêdereke taybet ji nav Efrînê 28/11/2018 ji ARKê re ragihandiye ku ew hilmet bi hemahengiya Encûmenên Xwecihî û tîma Sûriya dê bi rêve biçe û dê taxên bajêr û navçe û gundên Efrînê li xwe bigre .
Ş.E
606
