ENKSê li Dirbêsiyê komkujiya Cindirêsê şemezar kir û banga derxistina çekdaran kir

Apr 06 2023

ARK NEWS… Duh roja Çarşemê 5ê Nîsana 2023yan li navenda bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Xwecihî ya şehîd Ciwan Qetna ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî xwepêşandanek bi rê ve bir.

Xwepêşandan weke nerazîbûna şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê bi rê ve çû.

Encûmena Xwecihiya şehîd Ciwan Qetna ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Dirbêsiyê banga derxistina çekdaran ji nava Efrînê kir.

Herweha xwepêşanderan bi tundî şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê ji aliyê çekdarên Ceyş Elşerqiyê ve şermezar kir.

Ş.E

151