Şandeke PDK-Sê seredana xwecehiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKS kir
ARK NEWS... Şandeke Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, seredana nivîsgeha xwecehiya rojhilatê Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir.
Roja Duşemê 05. 10. 2020, şandeke Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serokatiya Nafeh Ebdule endamê komîteya navendî ya PDK-Sê bi boneya dûbarevekirina nivîsgeha xwecehiya rojhlatê Qamişlo ya ENKSê serdana nivîsgehê kir .
Şanda Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê Nûredîn Xaşo birêveberê demkî yê xwecehî pêşwazî li wan hate kirin, û di serdanê de danûstandinên Kurdî Kurdî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser rola Encûmena Niştîmanya Kurd li Sûriyê di danûstandinên Kurdî Kurdî de hate kirin.
641
