Efrîn .. 4700 welatî hatine revandin, 18 di bin eşkenceyê de şehîd bûne

Efrîn .. 4700 welatî hatine revandin, 18 di bin eşkenceyê de şehîd bûne

Mar 30 2019

ARK NEWS .. Rêxistineke mafê mirovan di raporteke xwe de binpêkirinên girûpên çekdar ji despêka derbasbûna wan bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê belge kiriye, û hijmara revandiyên kurd û welatiyên di bin eşkenceyê de şehîd bûne belav kiriye .

Rêxistina Mafê Mirovan di raporta 28/3/2019an belav kiriye ku ji despêka derbasbûna girûpên çekdar 4700 welatiyên Efrînê ji aliyê wan çekdaran ve hatine revandin, ji wan 600 rastî eşkenceya tund hatine .

Rêxistinê herwiha bal kişandiye ser ku ta niha 18 welatî di bin eşkenceyê di zîndanên girûpên çekdar de şehîd bûne.

Di heman raportê de hatiye ku ji despêka meha Adarê de 30 welatî hatine revandin ji wan yasanas û endezyar hene û li gundê Dêrwîş 3000 darên zeytûnan hatine birîn .

Rojane binpêkiriên tê encandan û her dem banga derxistina wan girûpan ji Herêmê tê kitin .

Ş.E

607