Li Efrînê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tê vekirin
ARK NEWS.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi mebesta gihandina karwanên alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ofîsekê li Efrînê vedike.
Serperiştyarê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Rewac Hacî ragihand, şeva borî tîmên wan gihîştine Cindirêsê li Efrînê, ku yek ji wan navçeyên ji ber erdhejê ziyaneke mezin dîtiye, îro tîmên wan dest bi kar dikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo ziyandîtiyn erdhejê.
Rewax Hacî diyar kir: “Em ê derman û pêwîstiyên tendirustiyê radestî Nexweşxaneya Efrînê bikin, ji ber ku Nexweşxaneya Cindirêsê ji ber erdhejê helwişyaye.
Hacî eşkere kir, bi mebesta gihandina alîkariyên zêdetir ji bo ziyandîtiyên erdhejê, ew ê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Efrînê vekin û her roj karwanên alîkariyan bigihînin navçeyê û pêşkêşî ziyandîtiyên erdhejê bikin.
242
