Mesrûr Barzanî: Em ne bi tenê sozan didin, lê belê cî bi cî dikin

Mesrûr Barzanî: Em ne bi tenê sozan didin, lê belê cî bi cî dikin

May 19 2021

ARK NEWS... Li herêma Kurdistanê yek ji mezintirîn proje di warê berhemanîna hesen de hate avakirin, tê de derfet ji sedan karkeran re vedike.

Li derdora Hewlêrê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yek ji mezintirîn karegehê hesin, MED STEEL, li ser asta Kurdistanê û Îraqê vekir.

Kargeh bi têçûna 100 melyon dolar hatiye avakirin, tê de 1000 karker dê kar bikin. Salane jî dê 350 ten ji berçeyên hesin berhem bîne.

Di gotara xwe de Mesûdr Barzanî ragihand ku hikûmet kar dike û hewil dide ku bingeheke abûrî bihêz ji herêma Kurdistanê re deyne, da ku herêm di astên welatên pêşketî de cihê xwe bigire, û tekez kir ku ew ne bi tenê sozan didin lê belê sozên xwe cî bi cî dikin.

Ş.E

449