Azad Osman .. PYDê 1200 derbiderên Efrînê ji bo leşkerkirina di nav milîsên Şîeî de binçav kirine

Azad Osman .. PYDê 1200 derbiderên Efrînê ji bo leşkerkirina di nav milîsên Şîeî de binçav kirine

Aug 04 2018

ARK NEWS .. Endamekî Encûmena Xwecihî ya Efrînê di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê ragihand ku çekdarên PYDê bi hilmeteke girtinê li kampên gundewarê Helebê yên derbiderên Efrînê lê dimînin radibe û nêzîkî 1200 ciwan girtine ji bo leşkerkirina wan di nav hêzek çekdarên Şîeî(Elew) de.

Endamê Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê Azad Osman tekez kir ku çekdarên YPGê yên bi ser PYDê ve di rojên bûrî de bi hilmeteke girtinê derheqê welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê yên li kampên derbideriyê yên demkî dimînin rabûye ew jî piştî daxwaza wan ku vegerin malên xwe.

Azad Osman ji ARKê re ragihand ku nêzîkî 50 hezar welatiyên Efrînê li çar kampan li gundewarê Helebê asê mane û rêgirî li pêş vegera wan ji bo malên xwe ji aliyê PYDê ve tê kirin herwiha PYDê wek mertalên mirovî li wan kampên ku mîna kaxezeke fişarê li ser Turkiyê ji bo danûstandinekê di pêşerojê de bi kar tîne.

Osman herwiha got dorpêçkirina wan welatiyan bi xwe tawaneke derheqê Kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê yên ku di rewşeke asteng de di kampan de dijîn ku ew bi xwe xwedan zeviyên zeytûna ne û pêşketirîn firoşgeh û malên wan li Efrînê hene û amaje kir ku niha ew welatî mîna kesên pêwîstdar tenê hin alîkariyên mirovî bi dest dixînin.

Navbûrî herwiha da zanîn ku yek ji rizgarbûyên wê kampê karîbû xwe bighîne Efrînê û bandor û şûna eşkenceyê li ser laşê wî diyar bû ku PYDê ew bi behaneya handina xelkê li ser vegera ew eşkence kiribû.

Osman bal kişand ser wê yekê hin zaniyariyên ne tekezkirî hene ku PYDê tora dorpêçê ya wan kampan mayîn kiriye ji bo rêgiriyê li pêş vegera derbideran bike .

Roja Çarşema bûrî 1/8/2018 di encama teqîna mayînekê de 17 kes ji xelkê Efrînê yên ku dixwestin bi qaçaxî berê xwe bidin Helebê şehîd bibûn .



990