Hejmarek rêxistin daxwaz ji PYDê kir ku çarenivîsa keçeke revandî eşkere bike

Hejmarek rêxistin daxwaz ji PYDê kir ku çarenivîsa keçeke revandî eşkere bike

Dec 01 2023

Hejmarek ji rêxistinên mafnasî daxwaz ji Rêveberiya PYD kir, ku çarenvîsa keçeke revandî eşkere bike.

Rêxistinên mafnasî di daxuyaniyekê de gotiye ku piroseya girtina neçarî û windakirinê li navçeyên di bin konitrola Rêveberiya PYD berdewam in, "Me nûçeya girtin û revandina Sûzan Fadil Mîro, jidayikbûya 1999an, di 8ê Cotmeha bûrî de, bihîst".

Û serbar kiriye: "Sûzan neviya kesayeta niştîmanî Dehamê Mîro sekretêrê pêşîn yê Partî ye, li bajarê Dêrikê li pêş mala xwe ji aliyê girûpeke rûpêçayî ve hatiye revandin".

Got jî: "Svkatî bi malbata wê hatiye kirin û pere û zêr jî ji malbatê hatine talankirin".

Rêxistinan mixabinî ji girtina sivîl û zarokan daye diyarkirin, û kiryarên girtin û windakirina neçarî ku binpêkirineke diyar in ji yasayên mafên mirovan re, şermezar kirine.

Tekez dike: "Berdewambûna girtina Sûzan, gefê li ser jiyana wê dirust dike. Ev yek binpêkirin e ji pabendbûnên Civaka Navdewletî û yasaya mirovî û peymanên navdewletî re".

Rêxistinên mafnasî di daxuyaniya xwe de, bang li tevaya aliyên xwecihî û yên navdewletî û herêmî kiriye, ji bo eşkerkirina çarenivîsa wê.


Herweha PYD û dezgehên wê, berpirs di ber ewlehî û selametiya Sûzan Mîro û tevaya girtiyan de dobînin, û daxwaza eşkerekirina cihê girtina wan û diyarkirina sedemên girtinê bi şêweyê tirsandinê, kiriye

Rêxistinên ku li ser daxuyaniyê îmzekiriye:

- Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê - MAF.
- Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê ( DAD ).
- Komîta Kurdî ya Mafên Mirovan.
- Rêxistina Bervaniyê di ber girtiyê nerînê de li Sûriyê – Rewange.
- Komîta Mafnasî ya Hevdîtina Niştîmaniya Dîmoqrat.

232