Efrîn .. Welatiyekî bitemen rastî lêdan û diziyê hat

Efrîn .. Welatiyekî bitemen rastî lêdan û diziyê hat

Feb 28 2019

ARK NEWS.. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê karê dizî û lêdan û eşkenceyê di derheqê welatiyên kurd de berdewam e û êdî rojane rewşên nemirovî têne tomarkirin .

Li gundê Turindê yê navenda bajarê Efrînê girûpek çekdar li welatiyekî bitemen da û pereyên wî dizîn .

Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku duh 27/2/2019an girûpek çekdar bê ku were naskirin girt ser mala welatiyê bitemen yê bi navê Şêxî Simo li gundê Turindê yê hevsînor bi taxa Eşrefiyê re û bi şêweyekî nemirovî ew girêdan û li wî dan .

Jêderan herwiha da zanîn ku girûpên çekdar pereyên welatiyê bitemen dizîn ku derdora 8500 lêreyên sûrî bûn herwiha telefonek jî ji mal dizî û soza dûbare hatinê dan eger mal vala neke .

Li gor heman jêderan ku Şêxî Simo xelkê gundê Heyama yê Bilbilê ye, temen 65 salî û li gundê Tirindê niştecî bû û di dermanxaneyekê de li navenda Efrînê de kar dikir .

Jêderan bal kişandin ser û tekez kirin ku li gundê Tirindê bi taybet li nîzîk mala navborî navendeke leşkerî ser bi çekdarên Zinkî de heye .

Li aliyekî din li gundê Qermitliq yê ser bi navçeya Şiyê ve çekdarên Emşat mala herdu welatiyên gund Yûsif Henan Çîlo û Elî Îbo dizîn û kelûpelên nav mal ji xwe re birin .

Tevî ku girûpên çekdar yên bi binpêkirina radibin li Efrînê hatine jinavbirin lê hîn jî kiryarên girtinasermalan, êrîş, û dizî derheqê efrîniyan de berdewam e .

794