Pêdirson rewşa Idlibê bi keraset nav kir
Jan 26 2020
ARK NEWS .. Gêr Pêdirson rewşa ku parêzgeha Idilba Sûriyê tê re derbas dibe bi kareset binav kir.
Di civînekê de li gel Wezîrê Derve yê Rûsiyê, şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet bi Sûriyê Gêr Pêdirson got, ku rewşa mirovahî ya neha li devera Idlibê karesetek mirovahî ye, û got jî ku baca herî mezin sivîl didin û dibin qurbaniya şer û pevçûnan.
Pêdirson amaje bi wê yekê kir , ku ji sedê pêncî ji xelkên Sûriyê derbider û penaber bûne. Tekez kir, ku rewşa Sûriyê pêwistiya wê bi çarseriyek siyasî heye û divê aramî li deverê dirust bibe da ku penaber carek din vegerin li ser zêdên xwe.
599
