Sala nû li Efrînê bi binpêkirinan dest pê dike

Sala nû li Efrînê bi binpêkirinan dest pê dike

Jan 12 2023

ARK NEWS... Di despêka sala nû de, binkirinên cur bi cur ji binçavkirina bêserber, teqîn, sepandina bacan û birîna daran li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine.

Di çarçoveya 11 rojan de çendîn curên binpêkirinan di dermafê kurdên ku li ser axa xwe mane, serbarî siruşta wê de hatine tomarkirin, ku li gundê Kêla yê navçeya Raco ve polîsên leşkerî bi şêweyekî hovane girtine ser gund û hejmarek welatî bin çav kirin.

Li gorî jêdera ji ARKê re daye zanîn ku tomet her tometa berê ye, ew jî têkilî û peywendiya bi PYDê re ye, yan di serdema PYDê de kar bi rêveberiya PYDê re kirine, tevî ku her kesek li Efrînê maya, rewşa xwe çareser kiriye û pereyên ku li ser hatine sepandin daye dadgehê û rewşa xwe bi şêweyekî yasayî teswiye kiriye.

Ji bilî binçavkirinê, li bajarê Efrînê, yekem teqîn di sala nû de di 10ê Çileyê li li nêzîkî çariya Qaban ya taxa Eşrefiyê ku mezintirîn tax li Efrînê ye, rû da, tê de ziyanên canî tune bûn lê belê ziyan bi tenê madî bûn.

Li gorî jêderên xwecihî ji Efrînê dane zanîn ku teqîna rû daye, ji encama bombeyeke bombirêkirî bû, ku di salên bûrî de bi sedan teqîn ji encamên wan bombeyan rû dane û sivîl bûne qurbanî.

Ji bilî teqînan bacên giran li ser welatiyên têne sepandin, nexasim li ser çotkaran û bazirganan û xwediyên kargehên bazirganiyê û guvajgehan.

Derbarê tqwan di dermafê siruştê de, rojane dar têne birîn, û komên çekdar û ereban ji xwe re kirine derfeteke bazirganiyê û êzingan bi nirxekî giran li bazarên Idlib û Ezazê difiroşin.






235