Efrîn... Tevî binpêkirinan malbatên kurd vedigerin ser zêdê xwe

Efrîn... Tevî binpêkirinan malbatên kurd vedigerin ser zêdê xwe

Nov 28 2022

ARK NEWS... Li gundê Qitmê li navça Şera ya herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bi dehan darên zeytûnan ji kok ve hatine birîn û hin ji wan hatine hilkirin.

Ev tawan ne bi tenê li gundê Qitmê têne kirin, lê li sernaserî herêmê li her gund û navçeyekê, tawana birîna daran bi pilan û bi şêweyekî rêbazkirinî ji aliyê artêşa nitîmanî û erebên ku li Efrînê hatine bicîkirin ve pêk tê.

Li gorî jêderên ARKê tekez kirine ku demsala zeytûnan bi dawî hat lê, cotkarên kurd tu sûd ji berhemên xwe nedîtin ji ber ku piraniya wan wek bac ji komên çekdar re hatine dan serbarî piroseyên dizî û desteserkirina berheman. Ku li her gundekî çekdar berhemên welatiyên kurd ji xwe re dibin û kurdan bêpar dikin, ji bilî berhemê zeytûnan û zeytê daran dibirin û yek ton bi 15 dolarên Emerîkî digiroşin.
Li ser xwediyên guvaşgehan jî baceke zêde hatiye sepandin, bac bi hezarê dolaran e, ji bilî têçûn û kiriyên karkeran xwediyên guveşgehan ji ber bacan dinalin û neçar dibin, pereyên zêde didin.

Tevî binpêkirin û zêdegeviyên ku çekdarên artêş niştîmanî ya bi ser opsizyona Sûriyê di dermafê kurdên li ser axa mane de encamp didin, dîsa malbatên kurd vidigirin ser zêdên xwe li gund, navçe û bajarê xwe.

Jêdereke agahdar taybet da zanîn ku Malbateke kurd vegeriya gundê Meydankê yê navçeya Şera ku ew malbat ji 10 kesan pêk tê, û bi koka xwe ji navçeya Şiyê ye, lê li gundê Meydankê ji ber dehê salan ve bi cî bûbûn, ji bajarê Helebê vegeriya cihê bav û kalan.

Ji 2018an ve, ji dema ku Turkiyê û komên çekdar destê xwe danîne ser herêmê, rojane kiryar û binpêkirin di dermafê kurdên ku red kirin warê xwe bi cî bihêlin têne encamdan, ku mebest jê nehiştina nasnameya kurdî û qirkirina û tunekirina kurdan e, lê tevî astengî û zehmetiyan û rêgirîkirina PYDê û çekdran, herdem Efrîn sînga xwe ji kurdên xwe re vekirî ye, çavdêr û siyasetmedar tekez dikin ku bi tenê veger dê bibe rêgir li ber her guhertineke demoxrafî û hewleke vemirandaina viyan kurdan di şabûna di welatê xwe de, lewma banga vegerê dikin û rijdbûna li ser mal û mulkên xwe bikin.

Ş.E

144