Tendirustiya Cîhanî alîkariyên pizîşkî şand Rojavayê Kurdistanê

Tendirustiya Cîhanî alîkariyên pizîşkî şand Rojavayê Kurdistanê

Jun 16 2020

ARK NEWS... Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ragihand, ku wan alîkeriyên pizişkî şandine Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniyekê de, berpirsê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li Iraqê Edhem Ismaîl ragihand, ku wan derdora 80 tun ji kerest û alavên pizişkî bi rêya firokxaneya Hewlêrê di navbera 10- 13 vê mehê de şandine Rojavayê Kurdistanê.

Tendirustiya Cîhanî di daxuyaniya xwe de got, ku sê barhilgirên barkirî ji 80ê tun ji kerestên tendirustî yên pizişkî pêk dihat, ew jî weke alîkariyekê ji tendirustiya cîhanî ji bo rûbrûbûna vê rewşa zehmet ya ku niha Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, ew alîkarî hatine pêşkêşkirin.

200