ENKSê li gel balyozê Emerîka yê nû li Sûriyê Masyo Biyoral civiya

ENKSê li gel balyozê Emerîka yê nû li Sûriyê Masyo Biyoral civiya

Dec 19 2021

ARK NEWS... Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê civîna xwe li gel balyozê nû yê Emerîka belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de got, ku roja Pênşemê 16ê Berçileya 2021ê, serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di rêya vîdiyo Online ve li gel Masyo Biyoral balyozê nû yê Emerîka li Sûriyê, û Dêvêd Birawniştayn balyozê berê yê Emerîka li Sûriyê civiya.

Di civînê de şanda Emerîkî tekezî li ser giringiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, û rola wê di piroseya siyasiya Sûriyê de kir, û Emerîka piştevaniya danûstandinên kurdî kurdî, û çareserkirina nakokiyan navbera ENKSê û PYNKê de dike. Herweha ENKSê got, ku di civînê de dawîn pêşveçûnên herêmêm kurdî û Sûriyê û rêyên pêşkêşkirina alîkariyan bo gelê Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, di civînê tekezî li ser giringiya danûstandinên kurdî û gehiştin bi rêkeftinekê, ku helwêsta kurdî bike yek, û ewlehiyê li navçeyê berqerar bibe dike.

289