Efrîn.. 8 welatyên kurd ji aliyê çekdarên giropa Alşamiye ve hatin revandin

Efrîn.. 8 welatyên kurd ji aliyê çekdarên giropa Alşamiye ve hatin revandin

May 08 2019

Rêxistina mavê mirovan li 'Efrîna Rojavayê Kurdistanê raghand ku girûpên çekdar bi helmetek revandina welatiyan li navçeya Mabeta rabûn û hijmarek welatiyên kurd revandin .

Rêxistinê di raporta xwe de da zanîn ku di 2ê meha golanê çekdarên cibihe Alşamye li gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve 8 welatiyên kurd revandin û radestî polîsên leşkerî kirin .

Heman rêxistinê ameje pê kir ku bi bihaneya têkilî û peywendiya wan bi PYDê û rêveberiya wê re ew hatine revandin û serbar kir ku hin welatiyên ji wan eve bêtir ji sê carane têne revandin.

Li gor rêxistna mafên mirovan li 'Efrînê dwe(7.5.2019), belav kiriye, giropa Elcibihe Alşamiye her yek ji :

Fa`iq Îbiş , Mihemed Mihmud Şêx N'san , Şêrgo Mihemed 'Elî , Mihemed Yosiv Yosiv , Henan 'Elî 'Elî , Ehmed Mihemed 'Umer , Ferhad 'Ebdu Sîdo û Henan Îbiş 'Elî girtin û radestî giropa çekdar ya bi navê polîsên leşkerî li 'Efrînê kirine.


602