9 sal in revandî ye... Hîn jî çarenivîsa parêzr Idrîs Elo ne diyar e

9 sal in revandî ye... Hîn jî çarenivîsa parêzr Idrîs Elo ne diyar e

Nov 08 2022

ARK NEWS... Parêzer Idrîs Elo çalakvanê siyasî û endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ev e 9 sal in û ji aliyê PYDê ve revandî ye heta weke roja îro tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina navbûrî de derneketiye.

Idrîs Elo sala 1968an ji dayîk bûye ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ye li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê dijiya û wek parêzer kar dikir, ji destpêka kirîza Sûriyê tevlî liv û tevgera dijî rêjîmê bû, lewma bû armanca PYDê.

Di 8ê Mijdara 2013an girûpeke çekdar ser bi PYDê ve êrîş bir ser mala wî û Idrîs Elo bin çav kir, ji bo cihekî nediyar bir û ta niha ne diyar e di zîndanên PYDê de ye, yan ji bo rêjîmê hatiye radestkirin.

Gelek hewl ji aliyê malbata wî ve hatin dan da ku çarenivîsa wî diyar bikin lê hewlên wan bê encam bûn, berpirsên PYDê ku li Efrînê desthelatdar bûn danpêdan bi wê yekê nekir û digotin ku tu kes bi navê Idrîs Elo li cem wan tune.

389