Emerîka: Li gel Şanda ENKSê doseya Sûriyê hat gotûbêjkirin

Emerîka: Li gel Şanda ENKSê doseya Sûriyê hat gotûbêjkirin

Oct 04 2022

ARK NEWS... Balyozxaneya Emerîka li Şamê got, ku alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîka li gel şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civiya.

Li gorî balyozxaneya Emerîka li Şamê belav kiriye: Di civînê de giringiya bi hêzkirina piroseya siyasî ya Sûriyê bi awayekî giştî û bi serperiştiya Sûriyan li gorî biryara Navdewletî 2254 hate kirin.

Şanda ENKSê ya ku li gel Îsan Goldirêtiş civiya ji Kamîran Haco serokê komîta peywendiyên derve ya ENKSê û Ibrahîm Biro endamê komîta peywendiyên derve ya ENKSê pêk dihat.

164